Hüseyin Demirci
06 Gulan 2026•Rojanekirin: 06 Gulan 2026
Li deverên bilind ên Sariqamîşa navçeya Qersê berf barî.
Li Sariqamîşê danê sibê berf barî û deverên bilind çîlspî bûn.
Li Bihûreka Handereyê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 368 mêtro ye û 15 kîlomêtro dûrî navçeyê ye, daristanên sariçamê û kûlîlkên ku di biharê da bişkivîbûn bi berfê nixûmîn.
Ji welatiyan Mertcan Ozturk daxuyand ku ew bi hatina biharê şa bûbûn, lê berf barî û wiha axivî: "Kulîlk bişkivîn û ji bo ku bihar hat em şa bûn, lê serê sibê em bi berfê şiyar bûn. Înşallah bihar hema zûtir bê."