Önder Beyter
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di "Festîvala Kevokan" da ji 25 cinsên cuda 500 kevok ketin pêşbaziyê.
Li navçeya Yenîşehirê li tesîseke rawestînê Festîvala Kevokan ya duyemîn hat lidarxistin û ji çarheqalê Tirkiyeyê kevok ketin pêşbaziyê.
Di festîvalê da ji 25 cinsên cuda yên wekî "Xwelîreng", "Hêşînê Asîman", "Cegerî", "Narincî", "Etlez" û "Zeytûnî" qedera 500 kevokî ketin pêşbaziyê.
Di pêşbaziyê da heyeta juriyê kevokên ku li gorî zayendê wekî pişka varikan û pişka dîkan hatin dabeşkirin, li gorî reng, poçik û rêkûpêktiya nikul û pençeyê wan nirxandin.
Di encama pêşbaziyê da kupa dan xwedanên kevoka yekemîn, ya duyemîn û ya sêyemîn.
Serokê Komeleya Hezkiriyên Balindeyan Mehmet Batmaz diyar kir ku bi saya festîvalê kevokhez hatin cem hev.
Batmaz destnîşan kir ku kevok ji layê 15 hekemên ji parêzgehên cuda hatin bijartin û herwiha hekeman yek bi yek li kevokan mêze kir û pûan dan kevokan.
Batmaz bal kişand ku di festîvalê da kupa dan xwediyên kevoka yekemîn û ya duyemîn û bihayê kevoka ku kupa wergirt, zêdetir bû.
- "Ev hezkirin ji zaroktiyê vir va di dilê min da heye"
Mehmet Taşê ku ji Rihayê beşdarî festîvalê bû, diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e wekî ew beşarî festîvalê bû.
Taş got ku ev 25 sal in kevokan xwedî dike û ji 200 kevokên xwe yên herî xweşik anîne festîvalê.
Taş bal kişand ku kevok bona wî pir girîng in û wiha xeberda, "Heger yek ji min pirs bike, gelo erebe an kevok ezê bêjim kevok. Ez ji zarokên xwe bêtir wextê xwe ligel kevokên xwe derbas dikim."
Şiyar Al jî got ku ew ji zaroktiyê vir va kevokan xwedî dike û wiha dewam kir, "Ev hezkirin ji zaroktiyê vir va di dilê min da heye."