Li Elaşgira navçeya Agiriyê ji ber salvegera Komkujiya Helebceyê meşek hat li dar xistin û komkujî hat şermezar kirin.
Meşê ji Mizgefta Navend dest pê kir û heta avahiyê şaxa Egîtîm-Senê dewam kir. Serokê HDPyê ya navçeya Elaşgirê Engîn Dursun, Serokê DBPyê ya navçeyê Şakîr Kiliç, Serokê Egîtîm-Senê yê Elaşgirê Vedat Şengul û gelek welatî beşdarî meşê bûn.
Serokê Egîtîm-Senê yê Elaşgirê Vedat Şengul daxuyaniyek da û got ku di 16ê adara 1988an de mirovahiyê komkujiyek mezin dît û wiha axivî:
"Di sedsala 20emîn de li Helebceyê çima gel li hember dîktatorekî li ber xwe da bi çekên kîmyevî ve hat kuştin. Helebce di eslê xwe de abîdeya gelekî mezlûm ê ku li hember zebaniyekî bi navê Saddam Huseyîn li ber xwe daye ye. Ji ber ku ev gel kurd bû hemû dewletên cîran bê deng man û ji ber vê jî ev sûc sûcê mirovahiyê ye."
Piştî daxuyaniyê kom bêdeng belav bû.