Türkan Tosun
22 Adar 2021•Rojanekirin: 30 Adar 2021
Li gundê Akburça li ser Gercuşa navçeya Batmanê gundî cihên çal û kort ên zeviyan bi gîsin va cot dikin.
Li zevî û eraziyên makîne nikarin bikevinê gundî gisîn bi hespan va girê didin û erdê wisa cot dikin.
Cotkar Ridvan Korkut got ev 25 sal e ew vî karî dike, li eraziyên kort û çal ên ku motor û makîne nikarin bikevinê ew gisîn bi hespan va girê dide û eraziyê wisa cot dike.
Hasan Tekîn jî got zevî berpal in ji ber vê ew nikarin motorê bi kar bînin.