Fatih Gazioğlu
30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 01 Tebax 2019
Li Gumuşhaneyê jimara bizinên kovî yên ku neçîra wan qedexe ye zêde dibe.
Li bajêr kesên ku bizinên kovî bigire yan bikuje 22 hezar û 660 lire cezayê pereyan dixwin.
Li gor envanterên di sala 2013-2014an hatibû kirin li çiya û çolên bajêr qasî 200 bizinên kovî hebûn.
Bi saya xebatên parastinê yên Midûriyeta Parkên Neteweyî ya Parastina Siruşta Bajêr di 5 salên dawî da jimara bizinkoviyan derket 600î.
Bizinên kovî li 20 herêmên cuda dijîn. Girbûna bizinan di navbera 130 û 180 santîmetreyî da diguhere. Dirêjiya qemçika wan 15-18 santîmetre, bilindiya pîlê wan 80-100 santîmetre, giraniya nêriyan 50 û 85, ya bizinan jî di navbera 35 û 60 kîloyan da diguhere.
Bizinên kovî li bajêr hin caran bi karikên xwe va ji çiya tên xwarê û li ser rê û dirban tên dîtin.