Ömer Faruk Salman
18 Sibat 2025•Rojanekirin: 25 Sibat 2025
Li Çaglayancerîta navçeya Kahramanmaraşê, Gola Merkê bi tesîra sir û seqemê cemed girt.
Gola Merkê ya li Taxa Boyluyê ya navçeyê, qedera 50 kîlometreyî dûrî navenda bajêr e.
Li devera ku germahiya hewayê bi şev daket bin sifrê, rûyê Goal Merkê cemed girt.
Gola ku mirov dikare li qeraxên wê, pîknîkê bike, bi bedewiya xwe ya xwezayî derdikeve pêş.
Malên Taxa Boyluyê yên di bin berfê da man û Gola Merkê ya cemedgirtî, dîmenên sipehî derxistin holê.