Li Mizgefta Sultanahmetê
Hemwelatiyên ku li Qada Hespan û di hewşa Mizgefta Sultanahmetê de fitirîn, li ber derî û şadirwana mizgeftê ketin rêzên dirêj pêk anîn. Welatiyan di baxçe û hewşa mizgeftê de jî nimêjên terawîhê kirin. Ji bo îhyakirina şeva pîroz hin tûrîstên misilman jî hatin mizgeftê. Hin welatiyan di baxçê mizgeftê de Qur'an dixwend û tûrîstan jî wêne kişandin.
Li Mizgefta Eyup Sultanê
ji ber vê şeva pîroz welatiyan mizgefta Eyup Sultanê tijî kir. Welatî bi tiştên ji mal anîbûn fitirîn û pişt re nimêjên terawîhê kirin. Piştî nimêjê dia kirin û Qur'an xwendin.
Hin welatiyan ji ber ku mizgeft tije bibûn, di hewşên mizgeftê yên hundir û der ve de li ser hesîr û şalikên ku ji malên xwe anîbûn, nimêj kirin.