Nihat Kavşut
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
MUGLA
Li Bodruma navçeya Muglayê 2 kûçikên serberedayî mirîşkên li hewşa malekê telef kirin û ev bûyer bi kameraya ewlehiyê hat kişandin.
Li gor agahiyan li taxa Torbayê 2 kûçikên serberedayî yên ketin hewşa mala Adnan Oztok 48 mirîşkên li hewşê telef kirin û ev bûyer bi kameraya ewlehiyê hat kişandin.
Oztokê daxuyanî da rojnamevanan destnîşan kir bi saya kameraya ewlehiyê haya wî ji bûyerê çêbûye û wiha got: "Berê jî êrîşî mirîşkan kiribûn. Min gazî xwediyên kûçikan kir. Hatin li dîmenan temaşe kirin û gotin em ê zirara we bidin."
Oztok diyar kir divê xwediyên kûçikan û rayedar têvdîrê hildin.