Veysel Eşin
29 Hezîran 2025•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2025
Li Milazgira navçeya Mûşê cotkaran ji bo heywanên xwe, bi tirpanê dest bi dirûna giha kir.
Li navçeyê ku lê heywandarî û çandinî zêde tê kirin, cotkaran di van rojên havînê yên germ da dest bi dirûna giha kir.
Li deverên ku makîneyên çandinîyê nikarin bikinê, cotkar û heywandar bi tirpanê giha diçinin.
Li Taxa Adalarê ya li ser navçeyê cotkar Muzaffer Uçakê 55 salî got ku ew ji zarokatiya xwe vir va bi tirpanê giha didirûn.
Uçak bi çakûç tirpana xwe tûj kir û wiha axivî: "Îro roj zêde kes vî karî nake. Hemî kes bi makîneyan dirûnê dikin. Em jî bi awayê bav û kalê xwe dikin. Em ji bo zivistanê bidin heywanê xwe niha giha diçinin, amadehîyê dikin."