Sabri Yıldırım
01 Mijdar 2024•Rojanekirin: 04 Mijdar 2024
Li Mûşê cotkaran piştî hilanîna silkan dest bi çandina genim kir.
Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Mehmet Gun ji endamên çapemeniyê ra got ku li navend û navçeyan çandiniya payizê dest pê kir.
Gun tekezî li wê yekê kir ku Mûş him di warê çandiniyê û him jî di warê ajeldariyê da bajarekî dewlemend e.
Gun herwiha destnîşan kir ku li Mûşê 357 hezar hektar erdên çandiniyê hene û beşeke mezin ji wan erdan derfeta wan a avdaniyê heye.
Yusuf Yavuzê ku li Kargeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslanê endazyarê çandiniyê ye anî ziman ku li ser 36 hezar û 500 donimî çandiniya genim dikin.