Sabri Yıldırım
20 Hezîran 2023•Rojanekirin: 21 Hezîran 2023
Li Mûşê beriya Eyda Qurbanê liv û tevgera li bazara heywanan zêde dibe.
Sibehê zû welatiyên ji bo kirîna qurbanê çûn Bazara Heywanan a Şaredariyê ya nêzîkî Pira Karasuyê, bi heywandaran ra ketin bazariyê, hev birin anîn û ji xwe ra qurbanî sitandin.
Heywandar Maşallah Çaglayan diyar kir ku wan qurbanî derxistin ber firotanê. Çaglayan her wisa got ku li Mûşê bihayê qurbanan li gorî parêzgehên din kêmtir e.
Hakan Ariturkê ku ji Bidlîsê dewar anîne bazarê ku bifiroşe, diyar kir ew pêşbînî dikin ku bi nêzîkbûna eydê ra liv û tevger jî dê zêde bibe.