İbrahim Atmaca
21 Adar 2021•Rojanekirin: 23 Adar 2021
Li Qers û Erdexanê berf û bager jiyanê dixe tengasiyê.
Li Qersê 3 roj in bi navber berf dibare û berfê navenda bajêr spî kir.
Li bajêr welatiyan berfa ser wesayîtên xwe û derdora malên xwe paqij kirin, ekîbên şaredarî û Midûriya Herêma 18em a Rêbejan xebata verotina berfê da destpêkirin.
Ji ber ku bagereke gur tê û mesafeya pêşdîtinê kêm bûye, di navbera Selîm-Sarîqamiş û Qers-Dîgorê da wesayît hêdî hêdî diçin û tên. Ekîbên berfê ji bo ku tengasî çênebe di van rêyan da xebat da destpêkirin.
Li navçeya Sarîqamişê jî ji ber berfû bagerê welatiyan tengasî kişand ku herin mal û kargehên xwe.
Li bajêr berf hê dibare.
- Erdexan
Li Erdexanê 2 roj in berf dibare û ekîbên şaredariyê di kuçe û kolanan da xebata paqijkirina berfê da destpêkirin.
Li deverên bager rabûye û şêniyên bajêr tengasiyê kişandin.
Xwediyên hin kargehan jî qût dan kevokên ku di dîtina xwarinê da tengasiyê dikişînin.