QERS
Jinên Qersî ji bo Cejna Remezanê dest bi amadehiyan kir. Jinên herêmê berî cejnê tên bal hev, li ber tendûran rûdinên û nanê tendûrê, kade, kilor, bişî û şîvên herêmî çêdikin.
Herçiqas hewa germ be jî jin di germahiyê de li ber tendûrên germ rûdinên û ji bo cejnê amadehiyan dikin. Bi xwarinên ku amade dikin dê di cejnê de sifreyan bixemilînin.
Li Karahamzaya gundê li ser navçeya Selîmê jî jinan dest bi amadehiyan kir. Jin ji bo nanê tendûrê lê bixin û kade û kilorikan çêbikin û di cejnê de li ber mêvanên xwe deynin, guh nadin germê û li ber tendûrên xwe rûdinên.
Muzeyyen Atîllaya 61 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku jinên herêmê bi taybetî berî Cejna remezanê û Qurbanê tên bal hev û xwarinên herêmî çêdikin.
-Tendûran ji nifşên nû re dihêlin
Atîllayê got ku wek kevneşopiyek her sal berî cejnê jinên herêmê kom dibin, agir dadidin tendûran û xwarinên herêmî çêdikin û wiha dewam kir: "Ev tendûr ji xwesiya min ji me re ma. Niha jî ez digel bûka xwe û nêwiyên xwe kadeyên xwe tê de çêdikim. Em agir bi êzing û tepikan hildikin."
Atîllayê da zanîn ku hêj jî kadeyên xwe di tendûran de çêdikin û nanê xwe di tendûran de lê dixin û wiha dewam kir:
"Bi vî awayî him em amadehiyên xwe dikin him jî ji bo ev kevneşopî dewam bike em hînê nêwiyên xwe dikin. Dê nifşên nû bi vî awayî vê kevneşopiyê bidomînin."