Li Sariqamîşa ku ji cîwarên herî raqimbilind ên Tirkiyeyê ye, digel meha hezîranê ji ber sermayê hê jî sobe tên dadan.
Hüseyin Demirci
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 04 Hezîran 2026
photo: Hüseyin Demirci / AA
Türkiye, Kars
Di demekê da ku li gelek herêmên welêt dinya germ bûye, li navçeya Sariqamîşê ya raqim 2 hezar û 150yî, germahiya hewayê bi şev dadikeve heya pileyekî.
Li navçeya ku qedera hefteyekê ye taviya baranê, zîpik û serma bi awayekî neyînî tesîrê li jiyanê dike, li hin qehwexane, mal û cihên civatan sobe hê jî tên dadan.
Welatiyên li dora sobê tên cem hev, ji xwe ra çay vedixwin.
Selçuk Çakiciyê ji Îzmitê ji bo tetîlê hatiye, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku meha hezîranê hatiye lêbelê hê hewa germ nebûye.
Çakici bal kişand ku ji ber barana zêde, serma berdewam e û wiha got, "Digel ku ez ji bo salên dûr û dirêj li Sariqamîşê mame lê min qet di meha hezîranê da sermayeke wiha nedîtiye. Îro bi barana ku barî ra sermayeke zêde heye, her wiha kêfa sobeyê jî cuda ye."
Îsmaîl Alkanê kargerê qehwexaneyê jî wiha got, "Hewa sar e, em di hezîranê da sobeyê dadidin."