Suat Öztürk,Osman Bilgin,Halil İbrahim Sincar,Ekrem Payan,Fecri Barlık,Rıdvan Korkulutaş
28 Sibat 2025•Rojanekirin: 01 Adar 2025
Nimêja ewil a terawîhê ya meha Remezanê li mizgeftên li Diyarbekir, Mêrdîn, Elezîz, Şirnex, Sêrt û Bingolê hat kirin.
Li Sura navçeya navend a Diyarbekirê welatî ji bo nimêja terawîhê ya ewil Mizgefta Mezin a dîrokî ya ku wekî "5emîn Harema Şerîf a Îslamê" tê qebûlkirin, dagirtin.
Li mizgefta dîrokî berî nimêja terawîhê behsa fezîletên Remezanê hat kirin û meleyan der barê girîngiya remezanê da weaz dan.
Welatiyan pişt ra bi hev ra nimêja terawîhê kirin.

- Mêrdîn
Li Mêrdînê welatiyan li mizgeftên bajêr nimêja terawîhê ya ewil kir.
Li Artukluya navçeya navend welatî ji bo nimêja terawîhê ya ewil hatin Mizgefta Şakîr Nuhoglu ya li Parka Şehîdan û Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê.
Miftiyê Bajêr Enver Turkmen vir der barê meha remezanê û nimêja terawîhê da weaz dan.
Piştî banga eşayê welatiyan nimêja eşayê û terawîhê kirin.

- Elezîz
Li Elezîzê welatî ji bo nimêja terawîhê çûn mizgeftên li bajêr.
Welatiyên ku piştî nimêja merxebê hatin Mizgefta Îzzet Paşa ya dîrokî Qur'ana Pîroz xwendin û dia kirin.
Welatî piştî banga eşayê nimêja eşayê û terawîhê kirin.
- Şirnex
Li Mizgefta Geylanî ya Yenî Mahalleyê ya Şirnexê Miftiyê Bajêr Orhan Ornek der barê girîngiya meha remezanê da weaz da.
Pişt ra nimêja eşayê û terawîhê hat kirin.
Miftî Ornek di serî da Filistîniyên di bin zilmê da ji bo hemû misilmanan dia kir.
- Sêrt
Li Sêrtê li mizgeftan nimêja terawîhê ya ewil a meha remezanê hat kirin.
Welatî ji bo nimêja terawîhê hatin Mizgeta Mezin û mizgeftên din ên li bajêr.
Hin welatiyan zarokên xwe jî bi xwe ra anîn, nimêja terawîhê kirin û dia kirin.
- Bingol
Li Bingolê welatî piştî banga eşayê hatin Mizgefta Mezin.
Welatiyan nimêja eşa û terawîhê kirin, dia kirin.
