Elif Irmak
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa dê kêm ewrawî be.
Li herêmê germahî dê li gor demsalê be û ba ji aliyê bakur va nerm car carna jî nîveqewî bê.
Bi şev germahiya herî kêm li Erzirom û Qersê 3, li Erdexanê 4, li Agiriyê 5, li Erzincan û Tunceliyê 9, li Îdirê wek 13 pile hat pîvan.
Di nav rojê da germahiya herî zêde ya tê payîn jî li Tunceliyê 28, li Erzincanê 26, li Agirî û Erziromê 20, li Qers û Erdexanê 19 pile be.