Türkan Tosun
22 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 5 bajaran baran wê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê serê sibê hewa wê kêm ewrayî û sayî be, paşê wê pir ewrayî be. Li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê wê ji nîvro pê va barana gur bibare.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê be, li herêmê ji hêla bakur va ba wê bê.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî zêde wê li Tunceliyê 34 pile, li Îdirê 33 pile, li Erzinganê 30 pile, li Agiriyê 29 pile, li Erziromê 26 pile, li Qers û Erdexanê jî 24 pile be.