Li Wanê serê sibê berfê dest pê kir û navenda bajêr çîl sipî bû. Ji duh vir de berf car caran dibare lê belê rêya 152 gundên Wanê hat girtin. Hat ragihandin ku ekîbên Îdareya Taybet ya Bajêr dest bi vekirina rê kirin.
Rayedarên Midûriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê diyar kirin ku hewayê car caran sayî, car caran jî bi ewr be, dibe ku germahiya hewayê bi qasî 8 pileyî dakeve.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şehmus Yentur ragihand ku li Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 50 gundî hatiye girtin lê li cihê ku berf û bager sekiniyê dest bi vekirina rê kirine.
Hat ragihandin ku ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên 110 gundên Bedlîsê û 4 gundên Hekariyê xebat dane destpêkirin.
Reyadaran hişyarî dan welatiyan ku bila bê zincîr bi erebeyên xwe ve dernekevin rê.