Li Silopî û Cizîrê pêlîstok li zarokan hat belavkirin
Li hin gundên girêdayî Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê li zarokan pêlîstok hat belavkirin.
Mehmet Demirhan
07 Gulan 2026•Rojanekirin: 07 Gulan 2026
photo: Mehmet Demirhan / AA
Türkiye, Şırnak
Emîn Sevînê ku fealiyetên berpirsyariya civakî dimeşîne li mezraya Şemalbeyê ya li ser gundê Babindaka girêdayî navçeya Silopiyê û li gundê Aşagikonaka li ser navçeya Cizîrê bi zarokan ra hat bal hev.
Sevîn pêlîstokên ku bi piştgiriya welatiyên hestyar va ji ser çapemeniya civakî hatin temînkirin bi kamyonetan gihand gundan û pêşî pifik paşê jî pêlîstok li zarokan belav kir.
Sevîn diyar kir ku 11 sal e di çarçoveya fealiyetên berpirsyariya civakî da di navbera hewcedar û xêrxwazan da wekî pireyekî dixebite.