Önder Beyter
22 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya ragihand ku li bajêr dê zemê nedin ser bihayên pîdeyên remezanê û herwiha got ku biha û gramaj dê neguherin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Wali Yerlikaya der heqê bihayên pîdeyan da bi beşdariya Serokê Odeya Bazirganiya Stenbolê Şekip Avdagiç, Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zenaetkarên Stenbolê Faik Yilmaz, Serokê Odeya Firûnvanên Stenbolê Erdogan Çetin, Midûrê Bazirganiya Parêzgehê Îsmail Menteşe û Midûrê Çandiniya Parêzgehê Ahmet Yavuz Karaca va civînek li dar xist.
Waliyê Stenbolê Yerlikaya di axaftina xwe ya li civîna li avahiya Walîtiyê da wiha got, "Biryar hat sitandin ku tu zem li pîdeyên remezanê neyê kirin û awa, cure, gramaj û bihayên pîdeyên me mîna xwe bimînin. Me xwest em vê yekê bi we ra parve bikin. Ez sipasiya serokên hemû odeyan û firûnvanên me dikim."
Li gorî terîfeya bihayan pîdeyê 350 gramî bi 3 lirayî, pîdeyê bi hêk û kuncî yê 350 gramî bi 3,5 lirayî, pîdeyê bi tiliyên taybet pehnkirî yê 400 gramî bi 4 lirayî, pîdeyê 500 gramî bi 4,5 lirayî, pîdeyê 1 kilogram bi 9 lirayî, pîdeyê kombîne/tunel yê 300 gramî jî bi 2,5 lirayî dê werin firotan.
- Hilberîna di firûnan da 2 saet beriya fitarê dê bi dawî bibe
Firotana nan û pîdeyê remezanê ji ber rîska belavbûna vîrusê dê 2 saet beriya fitarê were bidawîkirin.
Herwiha maweyek piştî fitarê hilberîn, firotan û amadekariyên mayîn ên di firûnan da dê dewam bike.