Li Hafika navçeya Sêwasê teyr û tilûr li deverên şilek datînin.
Ava berfa heliyayî û baranên biharê yên li navçeyê deverên avî şên kirin.
Hin dever ku kûrahiya wan digihêje 2 metreyan, bûne cihê çivîk û çûkên koçber.
Ji ber ku ava li şilekan zêde bû, li ser rêya gundên Yarhisar, Tavşanli, Dişkapi û Durulmuşê çûkên koçber ji bo xwarin û çêkirina hêlînan li deverên şilek danîn.
Dîmenên li ser rêya Sêwas-Erzincanê ji bo şofêr û welatiyên ku derbas dibin bûye dîmenekî balkêş.
Hin kesan wesayîtên xwe rawestandin û li tebîeta herêmê temaşe kirin.