İbrahim Atmaca
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Li Sîweregê dema ku ceh dihat dirûtin, agir bi ceh ket û zeviya 10 dolim ceh şewitî.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Uçkuyuyê bîçerê wexta ku zeviya ceh ya Hamza Gulalan didirût, li têla ceyranê ket û agir bi ceh ket.
Ji ber ku ba jî dihat, agir li hev zêde bû û welatiyan bi traktoran midaxale kir.
Bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê agir di nav 3 saetan da hat temirandin.
Gulalanê xwediyê zeviyê daxuyanî da rojnamegeran û îdia kir ji ber ku têla ceyranê nizim bû, bîçer li têlê ket û 10 dolim cehê wî şewitî.