Ji ber sir û seqema zivistanê rewşa zarokên Sûriyeyê her ku diçe xerab dibe. Lewra pêwîstiya wan bi ceyran û sotemeniyê heye, lê hingî ku diçe kêmasiya van tiştan zêde dibe.
Malbatên Sûriyeyî ji ber şer koç kirin û çûn cihên ewletir. Lê ji ber ku zivistan e li van deran jî tengasiyê dikşînin. Zarokên gelek malbatan ji ber sir û seqema zivistanê mirin.
Hin ji van malbatan jî koçî Til Ebyada li ser bajarê Rakkaya sînorê Tirkiyeyê kir. Malbat li vê derê tengasiya xurek, xwarinan û ceyranê dikşînin, lê hingî ku diçe kêmasiya van tiştan zêde dibe. Ji ber ku şer dewam dike bihayê gaza sirûştî û neftê jî zêde bûye.
- Zarok ji ber sermayê diqerisin û dimirin
Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya Komeleya Tel Abyad Ehlel Esherê Abdurrahman Dede got: "Alîkariyên ku ji Tirkiye û welatên korfezê tên em li malbatên ku ji Sûriyeyê hatine û rewşa wan nebaş e belav dikin. Bi taybetî jî em hewl didin ku pêdiviyên wan ên nan û xurek pêk bînin."
Dede diyar kir ku li Sûriyeyê her ku diçe tengasiya ceyran û ardu zêdetir dibe. Li gor agahiyên ku hat destê me li Sûriyeyê 16 zarok qerisîn û mirin.