Servet Taşdemir
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Çalakvanên Vangoluyê va hat lidarxistin li peravên Tetwanê hat birêvabirin.
Di çalakiya ku endamên komeleyê, bisiklêthez û werzişvan beşdarî tê da kirin da, gera bisiklêtan a ku ji taxa Îşletmeyê destpê kir, li ser rêya peravê ya bi qasî 7 kîlometroyî berdewam bû.
Beşdaran li pedelan xist û him bal kişandin ser jîngeha pak û him jî tekezî li giringiya jiyana bi tendirust kirin.