VAN
Li Çataka navçeya Wanê kulîlkên berfînê yên ku mizgîniya biharê ne, vebûn.
Li herêmê berfîn di meha adarê da dertên û mizgîniya biharê didin. Xelkê herêmê berfînan wekî bûka sirûştê dibîne.
"Em ji ber pêvajoya çareseriyê kêfxweş in"
Mustafa Toktaşê ku li taxa Buyukaxacê dimîne wiha got: "Gundê me li quntara çiyayê Katoyê ye. Bi biharê ra li derdora gundê me kulîlk û giyayên cur bi cur hêşîn dibin. Hêviya me ew e ku pêvajoya çareseriyê bigihêje encamê. Em ji ber pêvajoya çareseriyê kêfxweş in."