Fatih Gazioğlu
26 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2019
Li Gewaşa navçeya Wanê xwediyên pez piştî germahî zêde bû dest bi pezbirê kirin.
Li Gewaşa ku ji bo heywandariya herêmê girîng e û ji bo hênikbûn û paqijkirina pêz û zêdekirina dahatê, xwediyên pez bi şahiyê dest bi berxbirê kirin.
Hiriya pêz di çêkirina nivînana de tê bikaranîn. Hiriya ku kom dikin ewil dişon û hildidin.
Li zozanên di binê quntara Çiyayê Artosê germahiya hewayê heta 30 pileyî derket.
Ji xwediyê heywanan Samî Îşnaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku pezbira îsal bi ber û bereket derbas dibe û wiha axivî:
"Ez 15 sal e vî karî dikim. Piştî 40 rojên din em ê ji zozanan vegerin cihên nizimtir. Em ji hiriyê hem nîvanan û hem jî lihêfan çêdikin. Li zozan şev sar û roj jî germ derbas dibin. Hezar û 350 pezê me heye. Ez û hevalekî xwe wan xwedî dikin. Ji bo me tiştê herî xetere êrîşa hirç û guran e. Karê me zor û zehmet e lê em ji karê xwe û ji jiyana xwe ya li zozanan memnun in."