Aydın Arik
10 Tebax 2026•Rojanekirin: 10 Tebax 2026
Li Diyarbekirê madek di kelekela germa havînê da li ser golan hênik dibin.
Madekên ku şeveqa sibehê li mêrg û mexelan tên çêrandin, paşê nêzî kîlomêtreyek û nîvî rê diçin ku 3-4 saetan nava ava golê da bimînin û hênik bibin.
Li bajêr germa hewayê car caran ji 40 pileyî derbas dibe û germa ku tê hîskirin jî derdikeve 45 pileyî.
Berpirsê Teknîkê yê Projeya Yekîtiyê ya Rêncberên Madekên Dermale ya Diyarbekirê Muharrem Çetinkaya diyar kir ku li bajêr 21 hezar û 500 madek hene û wiha dewam kir:
"Li Diyarbekirê madek herî zêde li navçeya Yenîşehir û Silîva tên xwedîkirin. Madek ji germê hez nakin. Ji ber vê yekê rojê 3-4 saetan di nava avê da dimînin. Dema ku di avê da dimînin, stresa wan kêm dibe, zêdetir şîr didin."