ANKARA
Saziya Kontrolkirin û Verastkirina Bankavaniyê di rêvebernameya der barê kartên krediyê û bankeyan de guherîn çêkir û ev guherîn jî di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Serenavê madeya 26emîn ya rêvebernamayê wekî "Di saziyên ku kartan derdixînin de hikmên parêzker, nîzama hesab û qeydan, kontrolkirin û tabloyên malî" hat guhertin û ev tişt li ser madeyê hat zêdekirin: "Danûstandinên bi kartên krediyê û kişandina neqdî de pardakirin nabe ji 9 mehan derbas bibe. Dema ku qartên krediyê ji bo telekomunîkasyon, gewher, xurek, xwarin û sitandina sotemeniyê bê bikaranîn pardakirin nayê kirin."
Hat ragihandin ku dê ev rêvebernema di 1ê sibatê bê tetbîqkirin.