Orhan Yoldaş
17 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2022
Li Meletiyê ji ber mijê di jiyana rojane da zehmetî çêbûn.
Ber destê sibehê ji ber ku mij zêde ketibû erdê wesayîtên li ser rêya Meletî-Elezîzê bi baldarî çûn.
Ekîbên trafîkê li deverên girîng tevdîr hildan û ji şofêran xwestin ku bila baldar bin.
Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran lempayên wesayîtên xwe pêxistin û wisa pêşva çûn.