Sabri Yıldırım
01 Tebax 2024•Rojanekirin: 06 Tebax 2024
Operatorên makîneyên dirûnê yên Diyarbekirî bi salane tên Mûşê û bi rojan ji malên xwe dûr di zeviyên genim da dixebitin.
Operatorên makîneyên dirûnê û karkerên bi wan ra her sal di meha tîrmehê da tên Deşta Mûşê û bi rojan ji malên xwe dûr di konteyneran da dimînin.
Ew serê sibê dest bi kar dikin, zeviyên genim diçinin û êvarê jî bi makîneyên xwe ra eleqedar dibin.
Operator Abdullah Bayram daxuyand ku ew 21 makîneyên dirûnê û komeke ku ji 120 kesî pêk tê va hatine Mûşê.
Bayram got ew ê erdekî 29 hezar dekarî biçinin û wiha axivî: "Em serê sibê zû dest xebatê dikin. Dema karê me diqede jî em diçin konteyneran."
Nurettîn Sevimê 55 salî yê bi 3 zarok û 2 xwarziyên xwe ra hatiye Mûşê jî got ji bo çinîna zeviyan ew ê pere nestîne, şûna wê ew ê ji gundiyan ka hilde.
Sevîm anî ziman ku ew carna 13 saetan jî dixebitin û wiha dewam kir: "Em nêzî 10 salan e tên Deşta Mûşê dixebitin. Em berdêla ka dixebitin. Em kayê xwe dişînin Qers, Agirî û Erziromê."