VAN
CEMAL AŞAN
Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de 3. Fermandariya Tabûra Hidûtê ya li gundê Albayraka Başkaleyê bar kir. Dêra St. Bartholomeus berê di nêv xaka leşkerî de bû. Piştî ku leşkergehê bar kir, dêr ji bo tûrîzma baweriyê hat vekirin. Tûrîstên herêmê û yên ji derve dikarin dêrê ziyaret bikin.
Qereqol 31 sal berê ji bo bergiriya kaçaxçîtî û bûyerên terorî, li gundê Albayraka li ser sînorê Îranê hatibû avakirin. Qereqola ku 31 sal berê hatibû avakirin bi pêvajoya çareseriyê re ji gund bar kir.
Piştî barkirina qereqolê Dêra St. Bartholomeusê ya 1700 salî ku di nêv xaka qereqolê de bû, ji bo ziyaretê hat vekirin. Dêr beriya barkirina qereqolê ji ber sedemên ewlehiyê hatibû girtin.
Midûrê Tûrîzm û Çandê yê Bajêr Muzaffer Aktug daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Aktug di daxuyaniya xwe de got ku dêr sedsela 3. a piştî zayînê hatiye avakirin û ji ber ku demeke dirêj bêxwedî maye, li ber xerabûnê ye.
Aktug dest nîşan kir ku xebatên nûkirinê ji hêla Midûriya Abîde(birdarî) û Roleveyê ya Herêma Wanê ve, tên kirin. Aktug diyar kir, hewl didin ku hemû avahiyên dîrokî ji bo tûrîzmê vekin.
Piştî barkirina qereqolê ji ewlehiya dêrê Mesut Aydin berpirsiyar bû. Aydin got em hêvîdar in ku dêr piştî nûkirinê bigihije dirûveke xweşik û dê dêr tûrîzma baweriyê gelek pêş bixe..
Aydin got ku piştî barkirina qereqolê dêr ji bo ziyaretê hat vekirin û tûrîstên biyanî eleqeyeke mezin didin dêrê. Aydin pişt re wiha axivî: "Em ji gundiyên li vir dixwazin ku dêr di demeke kurt de bê nûkirin. Ji bo me ev xebat gelek girîng e."