ŞANLIURFA
Qehweya kizwanan, vexwarineke adetî ye ji Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê. Hat diyarkirin ku bi saya fenolîk û antîoksîdanên di qehweya kizwanan de bedena mirov xweşik dibe û bi vê taybetiya xwe qehweya kizwanan ji pîrbûnê diparêze.
Qehweya kizwanan li Şanliurfayê di jiyana rojane de gelekî tê vexwarin û ji mêvanan re jî tê îkramkirin. Qehweya kizwanan, di şûşeyan de jî ji bo turîstan tê firotin.
Ji Beşa Endezyariya Xurekan a Zanîngeha Harranê Endamê hîndekariyê Prof. Dr. Îbrahîm Hayoglu, ji AAyê re daxuyand ku kizwan, li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê wek fisteqa berî jî tê nasîn.
Hayoglu, da zanîn ku kizwan, piştî çinînê li ber tavê tên hişkirin heta ku rengê wan vegera qehweyê tarî, paşê tên hûrkirin û bi şîr tê çêkirin. Hayoglu, diyar kir ku ji bo tendirustiyê pir baş e û wiha dewam kir:
"Qehweya kizwanan, li gorî qehweyên din ji aliyê madeyên fenolîk ve bêhtir dewlemend e. Ev qehwe, him bedenê xwedî dike him jî li dijî pençeşêrê bedenê diparêze. Ji ber ku bi şîr tê çêkirin û ji ber ku di kizwanê de vîtaminên koma A û Eyê û gelek mîneral jî hene, ev nebateke gelekî bifeyde ye."
Hayoglu, da zanîn ku kizwan ji bo dermankirina astim û nexweşiya mîdê jî tê bikaranîn û bi navê "sabûna bitimê" sabûneke navdar jî jê tê çêkirin. Hayoglu, wiha dewam kir: "Niha piranî wek qehwe tê bikaranîn. Qehweya kizwanan, gelekî suriştî ye û ji bo tendirustiyê baş e. Bi saya fenolîk û antîoksîdanên di qehweya kizwanan de bedena mirov xweşîk dibe û bi vê taybetiya xwe qehweya kizwanan ji pîrbûn û pençeşêrê jî diparêze."