Hat ragihandin ku qeyîkên ku tê de hezar û 500 misilmanên Rohîngyayê û Bangladeşê hebûn li peravên Malezya û Endonezyayê dan.
Duh qeyîkeke ku tê de 400 misilmanên Rohîngyayê yên ku ji Myanmarê revîbûn hebûn li peravên Endonezyayê da. Piştî vê hat ragihandin ku 3 peravên din ên ku tê de ji hezarî zêdetir penaber hebûn jî li peravên Girava Langkawaiya Malezyayê dan.
Midûrê polêsan Haris Kam Evdilah ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hemû penaber hatine girtin. Evdilah got ku wê tevdîrên cidî bên dîtin û ji bo ku der barê qaçaxçiyan de agahî bên hildan di nav penaberan de jêpirsîneke kur bê kirin.
Qeyîkên ku tê de qasî 400 penaberên bangladeşî û misilmanên Rohingyayî hebûn jî li qeraxa Açeyê ya Endonezyayê da.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê Evdirehman Mihemed Feqîr daxuyand ku hikûmetê lêkolînan bike ku ka çima ev keştî xirab dibin.
Hat ragihandin ku qaçaxçî ji bo ku neyên girtin keştiyan terk dikin û penaber bi avjeniyê xwe digîhînin devê qeraxê.
Penaberê bi navê Razu ji çapemeniya herêmî re got ku ew ji Myanmarê bi 2 qeyîkan rê ketine, lê dema gelek kes di rê de mirine ew bi keştiyekî ve rê ketine. Razu got ku qaçaxçiyan ji nişkêve tevgerên xwe guherandine, xwarin û vexwarin nedane penaberan, tundî li ser wan kirine û hinekan kuştine cesedên wan avêtine behrê.
Li Myanmarê di sala 1982an de bi qanûnekî ve mafên welatiyê ji destê misilmanên Rohîngyayê hat hildan û ji ber vê "bêdewlet" in. Neteweyên Yekbûyî wan "koma dinî ya ku kêmjimar " qebûl dike. Misilmanên Rohîngyayê li eyaleta Arakanê ya rojavayê Myanmarê di koxikan de dijîn.
Di hezîrana 2012an de li Myanmarê tundiya li ser misilmanan zêde bû. Bi hezaran misilmanên Rohîngyayê ji bo ku kar bibînin hewl dan ku ji ser Malezyayê re derbasî Taylandê bibin. Gelekê wan gihîştibûn qeraxên Taylandê. Di sala 2014an de li başurê Taylandê di daristanê de kampên veşartî yên ku qaçaxçiyan avakiribûn û tê de gelek misilmanên Rohîngyayê hebûn hatibûn dîtin.
Piştî ku rêvebiriya Taylandê di van kampan de cesedên mirovan dît û tevgereke tundî nîşan da tê texmînkirin ku qaçaxçî ditirsin û penaberan li qeraxên Endonezya û Malezyayê dihêlin.