26 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2016
ANKARA
Hin rêbeja ji ber berf û bagerê hatin girtin.
Li gor agahiya Midûriyeta Giştî ya Rêbejayê, rêya Erzirom-Çat-Karliova, Sêrt-Eruh û Derelî-Şebînkarahîsarê ji ber berf û bagerê hat girtin.
Li Otobana TEMê li xaçerêya Rojhilatê ya Mahmutbeyê li gîşeyên Çamlica û Gumuşovayê ji ber ku xebatên rê nûkirinê tên kirin wê her roj di navbera saet 08.00-20.00an de ji hatin û çûyînê re rê wê bên girtin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê li Wanê rêya 689 taxan, li Bedlîsê rêya 256 gundan, li Hekariyê rêya 105 gund û 277 mezreyan û li Mûşê jî rêya 2015 gundan hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê li tevahiya bajêr rêya 698 taxan ji ber berf û bagerê hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo vekirina rêyan xebat didomin.- Bedlîs Midûrê Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Kerîm Sonmez destnîşan kir ku ji ber berf û bagerê rêya 256 gundên navend û navçeyan hatin girtin.
Sonmez diyar kir ku bi 10 tîm û 43 wesaîtan ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Midûrê Meteorolojiyê ya Bedlîs Rasim Saraç diyar kir ku ji ber serma û seqemê li bajêr dibe ku bûz û cemed çêbe.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yenturk diyar kir ku ji ber berfê li bajêr rêya 215 gundên navend û navçeyan girtî ne û got ku xebatên ji bo vekirina rêyan dewam dike.
- Hekarî
Hat diyarkirin ku li Hekariyê jî rêya 105 gund û 277 mezreyan ji ber berfê hatine girtin û xebatên tîmên ji bo paqijkirina berfê dewam dikin.
Wek mayîn hat destnîşankirin ku li Wanê qalindahiya berfê 26, li Hekariyê 57, li Bedlîsê 181 û li Mûşê 59 santîmêtro ye.