Serokê Giştî yê Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiya Mirovan (ÎHH) Bulent Yildirim got: "Rizgariya Tirkistana Rojhilat, Çeçenistan, Arakan û Efganistanê girêdayî rizgariya Mescida Eqsayê, rizgariya Mescida Eqsayê jî girêdayî tifaqa kurd, tirk û ereban e."
Yildirim di vekirina Şaxa Nîzîpê ya ÎHHyê de axivî û got ku mirov kêfxweş dibe dema ku hin kes li her derê Tirkiyeyê alîkariyê dide mezlûm, xizan, êtîm û kêsên ku mihtacî alîkariyê ne.
Yildirim destnîşan kir, daxwaza wan ji Xwedê ew e ku di alema Îslamê de ji bo mezlûm û êtîman xebat zêdetir bibin û bi xelasbûna Sûriyeyê re ew dixwazin ku li Mescida Eqsayê nimêj bikin. Yildirim wiha axivî:
"Rizgariya Tirkistana Rojhilat, Çeçenistan, Arakan û Efganistanê girêdayî rizgariya Mescida Eqsayê, rizgariya Mescida Eqsayê jî girêdayî tifaqa kurd, tirk û ereban e. Ji ber vê çendê bi destûra Xwedê em dixwazin ku hikûmet meseleya kurdan çareser bike û aştî û aramî were welêt. Binêrin Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dibêje 'Ew bibe sedema mirina min jî, ez ê vê meselê çareser bikim'. Xwedê ji wî razî bibe. Divê em jî hewl bidin ku aştî û aramî were welêt û ji bo pêvajoya çareseriyê piştgiriyê bidin. Înşallah ev yekîtî û biratî wê di demeke kurt de bê tesîskirin û em ê hemû bi hev re bimeşin Mescida Eqsayê."