Li Rihayê rojî ji bo hedad û nanpêjên ku ji ber karê xwe mecbûr in bixebitin bi zehmetî derbas dibe.
Riha di nav bajarên herî germ de yek e û li ber siyê jî germahiya hewayê 35 pîle tê pîvandin. Tevlî germa ku merivan dibehecîne hin karker mecbûr in ku bixebitin, li aliyekî bi germê re û li aliyê din jî bi germahiya ji ber karê ku dikin re têdikoşin.
Di nav wan pîşeyan de hedadî û nanpêjî yên sereke ne. Xebatkarên ku li bajêr di firneyan de dixebitin ji bo xwe hênik bikin ava sar di xwe de dikin.
Îrfan Alpê ku li Sîwerekê nanpêjiyê dike diyar kir ku ji ber pîşeya xwe hînî germê bûye û wiha dewam kir: "Em hîn bûne lê di meha rojiyê de ji ber germê em car caran bê hal dimînin. Xwedê rojiyê ji meriva re hêsan dike. Di meha remezanê de xebat ji bo me pir zor dibe lê em mecbûr in ku bixebitin. Xwedê alî me dike."
Şevket Baranê ku hedad e jî destnîşan kir ku di nav germahiyê de karê xwe dike.