15 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya hezar û 500 gund û taxê girtî ye.
Berfa ku li herêmê dibare di çûyîn û hatinê da dibe sedema tengasiyan. Ji ber ba û bagerê rê ya 794 gundên Erziromê, 315 gundên Agiriyê, 119 gundên Qersê, 115 gundên Tûnceliyê, 45 gundên Erdexanê bu tevayî rêya hezar û 500 gund û taxê hatiye girtin.
Ji bo vekirina rêyên girtî ekîbên şaredarî û îdareya taybet a bajaran bênavber dixebitin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, bi şev germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 10, li Erziromê di binê sifirê da 9, li Erdexan û Agiriyê di binê sifirê da 5, li Ezircan û Tûnceliyê di binê sifirê da 2 û li Îdirê 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li tevahiyê herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be.
Li bendê ne ku germahiya hewayê bi roj li Îdir, Ezircan û Tûnceliyê 3, li Agiriyê 1, li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 1, li Erziromê di binê sifirê da 2 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 34, li Erziromê 33, li Qers û Erdexanê 18, li Tûnceliyê 15, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 115, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 107, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 80, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 55 santên hat pîvandin.