Muzaffer Akyüz
02 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2026
Piştî hewaya sar ku bandor li Sêwasê kir, rûyê Gola Hafikê bi tevahî cemed girt.
Gola ku li Tirkiyeyê yek ji 135 deverên avî yên girîng yên navneteweyî ye, piştî hewaya sar ku bandor li navçeya Hafikê kir cemed girt.
Bi hatina zivistanê ra li navçeya ku qalindiya berfê gihîşt nîv metreyî li parkên li kêleka golê dîmenên xweşik derketin holê.