Abdullah Tel
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
ANKARA
Li seranserê dinyayê salê bi qasî 15 milyon pitikên premature yên ku tevlî gelek rîskên komplîkasyonî yên dibin sedema mirinê, ji dayik dibin.
Zarokên berî hefteya 37emîn a ducaniyê ji dayik bibin premature tên hesibandin. Welidîna premature bi piranî ji ber welidîna zehmet, enfeksiyon, tansiyona mezin û nexweşiya şekerê ya kronîk tên hesibandin pêk tê. Hin kes dibêjin prematuretî bi kod û genên dayikê va derbasî ewlad dibe û piştî wextekî tesîra xwe nîşan dide.
Jidayikbûna premature li gor pitik çi demê hatiye dinyayê di nav xwe da dibe sê beş.
Pitikên ji 28 hefteyî kêmtir dema ji dayik bûbin bi navê "prematureya pirole" yên di navbera hefteyên 28 û 32yan da hatibin dinyayê wek "prematureya zêde" û yên di navbera hefteyên 32 û 37an da hatibin dinyayê jî wek "prematureya sivik" tên binavkirin.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ya sala 2018an her sal ji 10 pitikî herî kêm yek yanî bi qasî 15 milyon pitik awayekî premature ji dayik dibin û ev jimar her diçe zêde dibe. Di nav 184 welatan da rêjeya welidîna prematureyê di navbera ji sedî 5 û 11yî da dewam dike.
- Sedema sereke ya mirina zarokên ji 5 salî biçûktir jidayikbûna premature ye
Li çar aliyê dinyayê sedema sereke ya mirina zarokên ji 5 salî biçûktir jî jidayikbûna premature ye û her sal bi qasî milyonek sebiyên emrê wan di vê merheleyê da ye dimirin.
Gelek kesên ku digel rîskên komplîkasyonî yên jidayikbûnên premature dibin sedem, hatibin dinyayê û li heyatê mabin jî bi rîskên weke dîtin, bihîstin û hînbûnê ra rû bi rû dimînin. Kesên di heyama prematureyê da hatibin dinyayê heta dawiya emrê xwe wê bi pirsgirêkên ji ber dayikbûnên premature diqewimin ra têbikoşin.
Pitikên premuture yên ji 32 hefteyî biçûktir ku li welatên feqîr tên dinyayê herî kêm nîvê wan ji ber tunebûn, şert û mercên xizaniyê zêde najîn û dimirin. Lê li welatên pêş ketine hema bêje hemû pitikên premature tên xwedîkirin.
Ji sedî 60î zêdetir jidayikbûnên premature li welatên Afrîka û Asyaya Rojhilata Başûr tên dinyayê. Di nav welatên dahata wan kêm e da kêm zêde ji pitikên dayik dibin sedî 12yê wî pramutere ne û ev reqem li welatên pêşketî jî sedî 9 e.
- Di mijara jidayikbûnên premature da Hindistan di rêza ewil da ye
Li çar aliyê dinyayê 10 welatên ku herî zêde pitikên premature lê tên dinyayê ev in:
Hindistan 3 milyon û 100
Çîn milyon û 172 hezar û 300
Nîjerya 773 hezar û 600
Pakistan 748 hezar û 100
Endonezya 675 hezar û 700
Amerîka 517 hezar û 400
Bangladeş 424 hezar û 100
Filipîn 348 hezar 900
Komara Demokratîk a Kongoyê 341 hezar û 400
Brezîlya 279 hezar û 300
RTDyê di mijara temînkirina daneyên jidayikbûna premature da bal kişand ser 65 welatên 3 ne tê da pêbawerî bi wan heye û ragihand ku di 20 salên dawîn da rêjeya jidayikbuna premature zêde bûye.
Dereng zewicîn, hemiletiya zor, enfeksiyon, tansiyona mezin, nexweşiya şekerê, tedawiya tovgirtina tibî û bikaranîna sezeryanê wek sedemên jidayikbûna premature tên hesibandin.