Bahar Tanrıtanır
19 Tebax 2026•Rojanekirin: 19 Tebax 2026
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li peravên Gola Wanê xebatên paqijî û verastkirina hawirdorê dimeşînin û hewl didin ku qerax paqij bimînin û dîmenê wan yê siruştî bê parastin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê da li peravên golê bi rêkûpêkî paqijî û verastkirina hawirdorê tê kirin.
Qeraxên ku ji hêla gel pir tên emilandin di serî da, ekîb hawirdorê paqij dikin û bermahiyan kom dikin.
Di vê çarçoveyê da ekîb li Plaja Giştî Ala Şîn a Mollakasimê û peravên Ayanîsê bermayiyên plastîk, şûşe, poşet û her wiha bermahiyên din paqij kirin, welatî di mijara hesasiyeta hawirdorê da hişyar kirin.
Hat ragihandin ku ev xebatên ku bi armanca parastina Gola Wanê û hiştina hawirdoreke paqijtir ji bo nifşên paşerojê tên kirin, dê li seranserî bajar û li peravên golê wekî rûtîn bidomin.