Muhammet Kurşun
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Avakarê Weqfa Med Zehrayê (Medresetuz Zehra) û Serokê Weqfê yê Manewî Mihemed Sidiq Dursun (Şeyxanzade) ber bi alema ebedî ve tê birêkirin.
Ji bo Sidiq Dursun îro li Uskudarê Camiya Şakirin, ji bo kesên li Bîngolê nikarin beşdarî nimêja cenaze bibin merasim hat lidarxistin. Rêveber û endamên Weqfa Med Zehrayê, hezkiriyên Sidiq Dursun, dost û xizmên wî beşdarî nimêja cenaze bûn.
Li hewşa camiyê biraziyê Dursun Yunus Dursun û Cîgirê Serokê Weqfa Med Zehrayê Mûhemmed Kaynun pêşwaziya mêvanan kirin.
Kaynun li vir daxuyanî da rojnamevanan û got Dursun di temamê heyata xwe de ji bo xelaskirina îmana însanan xizmet kiriye.
Piştî nimêja cenaze naaşê Dursun bi rêya esmanî bo welatê wî Bîngolê hat şandin.
Nimêja enazeyê Sidiq Dursun dê sibe piştî nimêja înê li Camiya Selaheddîn Eyyûbî were kirin û dê naaşê wî li Qebristana Esrî ya Bîngolê were veşartin.