Önder Beyter
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Li Sariqamîşa navçeya Qersê, şivanê ku ji ber hirçê revî, di zinarên kendêl da hat xwarê û birîndar bû.
Li gundê navçeyê Karakurtê Erdi Çelikê 49 salî ku li çolê pezê xwe diçêrand, rastî êrîşa hirçê hat. Çelikê ku ji ber hirçê revî, li tanga Bendava Qerequrûtê di zinarên kendêl da hat xwarê û birîndar bû.
Xebatkarên bendavê yên ku rewş ferq kirin, xebar dan cendirmeyê. Li ser vê, ekîbên cendirmeyê û yên AFADê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Çelik bi xebata qedera saetekê ya ekîbên cendirmeyên ku hatin herêmê hat xilaskirin.
Çelikê ku hin uzwên wî şikestin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sariqamîşê.