Yılmaz Kazandıoğlu
16 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2022
Karikê bizinkoviyê yê ku 4 meh berê li Hekariyê welatiyan bi awayekî birîndar dîtin li Wanê hat dermankirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Hekariyê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê karikê bizinkoviyê yê birîndar anîn Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.
Karikê bizinkoviyê piştî hat dermankirin baş bû û dê wî berdin tebîetê.
Prof. Dr. Lokman Aslanê Midûrê Navendê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi pirsgirêkên hemû heywanûn biyan ên li hewzaya Gola Wanê ra eleqedar dibin.
Aslan bi bîr xist ji bo ku heywanên biyan di hebîbata xwe da bikarin bijîn xebatan dikin û ev gotin:
"Herî dawî karikekî bizinkoviyê yê ji diya xwe veqetiyaye anîn navenda me. Me vê heywanê xwedî kir. Ji bo ku bikare xwe di tebîetê da xwedî bike û bijî her tişt hat amadekirin. Rehabîlîstayona wî jî dê bê temamkirin. Em ê heywanê xwe bibin cihê ku bizinkovî lê dijîn û berdin tebîetê. Ji ber ku niha zivistan e dibe ku em demekî jî bernedin. Heta niha di bizinkoviyên me berdan tebîetê da tu pirsgirêk derneketin. Em û vê hewyanê jî hêdî hêdî hînê tebîetê bikin. Di demek guncav da jî berdin tebîetê."