Ayşe Karaosmanoğlu
30 Îlon 2025•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2025
Li Tirkiyeyê vê heftê li herêmên rojavayê welêt wê baran bibare.
Pisporê Texmîna Hewayê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Abdullah Macît der barê rewşa hewayê ya vê hefteyê tê pêşbînîkirin da agahî da nûçegihanê AAyê.
Macît ragihand ku sibê li peravên Behra Reş û Rojhilatê Anadoluyê û roja pêncşemê jî li peravên Behra Reş a Rojhilat û bakurê rojhilat ê Rojhilatê Anadoluyê barana gur tê payîn.
Macît got roja pêncşemê danê êvarê pê va rewşa baranê ya nû wê li welêt pêk bê û wiha axivî: "Roja pêncşemê em li bendê ne ku li rojavayê Marmarayê û peravên Bakurê Egeyê, roja înê li Marmara, Ege û Rojavayê Behra Spî û roja şemiyê jî li Marmara, Ege, Rojavayê Behra Spî û rojavayê Anadoluya Navîn barana gur û tavî wê bibare."