Waliyê Sêwasê Alim Barût beşdarî pîrozbahiya paskalyaya malbata Koçak a Ermenî bû.
Walî Barût ligel xanima xwe Miyase Barûtê çûn seredana mala Herîka Koçak û malbata wî û tevî wan beşdarî pîrozbahiya paskalyayê bûn.
Barût di seredanê de axivî û wiha xeberda: "Çi xelkê misilman û çi jî yê xirîstyan me bi sedan salan ligel hev eyd pîrozkirin. Wan çaxan têkiliya cîraniyê pir xurt bû. Xweşbînî hebû, heta dewlemendî hebû. Wê serdemê ji hêla aboriyê ve rewşa Sêwasê pir baş bû, lê esreke dilsoj kete navberê. Me ev êş bi hev re hîs kir. Piştî ku esrek qulubî me berê xwe da rabirdûyê. Ez wisa bawer dikim ku ev roj dê bibe destpêka pîrozkirina hevra ya cejn û rojên xweş."
Barût ligel malbata ku cejna wan pîroz kir, qasekê sohbet kir.
Kadeyê paskalyayê, hêka boyaxkirî û peqlewe pêşkêşî Walî Barût û xanima wî kirin.