Elif Orhan
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 25 Gulan 2019
Li Agiriya ku yek ji bajarên Tirkiyeyê ye ku lê zivistan gelekî dijwar derbas dibe ekîbên paqijkirina berfê xebatên xwe heta nîvê meha gulanê domandin.
Li Agiriyê zivistanê germahiya hewayê dikeve heta 30 pile bin sifrê da û berf çendî mêtro dikeve ser hev û bi saya xebatên ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ev zivistan bêyî ku pirsgirêkeke mezin derkeve xilas bû.
Ekîb li rêya 3280 kîlomêtroyî ya ku bin berpirsyariya wan da ye seranserê zivistanê b 78 makîneyên kar, 91 personel û 8 ekîbên mobîl ra bênavber xebitîn û 37 hezar kîlomêtro rê vekirin.

- Ekîbên tenduristiyê bê vekirina rêyan gihaştin 995 nexweşan
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an bi saya xebatên vekirina rê gihaştin 995 nexweşên li navend, navçe û gundên rêya wan girtî. Ekîbên paqijkirina berfê seranserê zivistanê piştgirî dan ku welatî bikarin sewqî nexweşxaneyan bikin.
- "Me enerjiya xwe da paqijkirina berfê"
Waliyê Agiriyê Suleyman Elban daxuyanî da nûegihanê AAyê û got ku li gor sala borî îsal zivistan zehmet derbas bû.
Elban wiha axivî: "Îsal me hem ji aliyê hêza keda mirovan, hem bi wesayîtên xwe va hem jî di warê sotemeniyê da enerjiya xwe, hêza xwe û çavkaniya xwe ji bo paqijkirina berfê veqetand. Di encama vê da di serî da perwerdeyî em di gihandina welatiyan da rastî pirsgirêkeke mezin nehatin. Ekîbên me 24 saet xebitîn. Car carna berfa çendî mêtro bilind paqij kirin."

- Berfa li hin cihan 12 mêtro bilind bû paqij kirin
Ekîban îsal 37 hezar kîlomêtro rê vekirin û rekorek bi dest xistin.
Ji bo xebatên paqijkirina berfê îsal 4 milyon û 700 hezar lire hat xerckirin û ekîban rêyên gundên dora Gola Balikê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 250 mêtro ye vekirin û dawî li xebatên xwe anîn.
Ekîbên Îdareya Taybet a Navçeya Taşliçayê yên ku rêyên ji ber şert û mercên dijwar 6 meh bûn girtî bûn vekirin digel xetereya aşîtê li rêya Gola Masiyan ya 35 kîlomêtroyî car carna berfa ku bilindahiya wê digihîşte 12 mêtroyî paqij kirin.

- "Li gor salên borî bêtir berf barî"
Midûrê Îdareya Taybet a Navçeya Taşliçayê Haluk Yildirim li cî xebat şopandin û got ku zivistana herî dijwar û dirêj ên van salên dawîn bû û ev nirxandin kirin:
"Îsal zivistan dijwar derbas bû. Li rêyên ku em vedikin da sitûrahiya berfê herî kêm 15 mêtro ye. Li gor salên borî bêtir berf barî. Li vê herêmê Gola Masiyan ya ku gola herî bilind a Tirkiyeyê heye. Ji ber ku li herêmê zivistan dijwar derbas dibe welatî li vir namînin. Di biharê da piştî ku rê tên vekirin vedigerin û zozanvaniyê dikin."