HAKKARÎ
Di çarçoveya projeya "xwarinên paqij bixwe û jiyaneke bi tenduristî bijî" da 8 xwendekarên ji Romanya û Moldowayê hatin Geverê û bi ciwanan ra hatin bal hev.
Bi destê Navenda Perwerdeyê ya Meslekî ya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê projeya "xwarinên paqij bixwe û jiyaneke bi tenduristî bijî" hat kirin. Di çarçoveya projeyê da 8 xwendekarên ji Romanya û Moldowayê hatin Geverê û bi ciwanan ra hatin bal hev.
Xwendekarên biyanî li navendê ketin metbexê û xwarinên xwe yên herêmî çêkirin. Xwendekar û ciwanên ku li navendê perwerdeyê dibînin, tevî hev xwarinên ku hatin hazirkirin xwarin.
Berpirsiyara koma xwendekaran Nîcoleta Gramada daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got di çarçoveya bernameya guherandina xwendekaran da hatine navçeyê.
Gramadayê destnîşan kir ku em li vir baş hatin pêşwazîkirin û wiha got: "Em bi kêfxweşî hatin vir û me xwest em însanên li vir nas bikin. Nêzî hefteyê ye em li vir in. Me îro xwarinên xwe yên herêmî da nasandin. Gelê navçeyê ji me ra dibin alîkar. Ez sipasiya wan dikim. "
Xebatkara Mala Alîkariyê ya Malbatê ya Geverê Vîldan Alev Şahînê jî got ku em û xwendekarên mêvan ketin metbexê û me xwarin çêkir û wiha dewam kir: "Xwendekaran xwarinên xwe yên herêmî çêkirin. Me jî xwarinên herêma Geverê çêkir. Ew bi zimanê xwe û em jî bi zimanê xwe axivîn. Em bi hatina wan kêfxweş bûn û hêvî dikim ku ew jî bi mêvandariya me kêfxweş bûbûn."