Aişe Hümeyra Akgün
07 Nîsan 2026•Rojanekirin: 07 Nîsan 2026
ÎSTANBUL (AA) - Belgefîlma "Surreal Suriye" ya ku Tulay Gokçimen berhemhêner û Dihat Kaya Derhênerê wê ye, li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Şamê hat nîşandan.
Di nimayişa ku ji her kesî ra vekirî û bêpere bû, belgefîlma ku bi hevkariya Human Movie Team, Nîda Yapim, Komeleya Yedî Başak û Vesîka Yapimê hat amadekirin, bi vebijarkên zimanên Tirkî û Erebî bi awayekî bi jêrnivîs derket pêşberî temaşevanan.
Serokê Komeleya Alîkariya Mirovî ya Yedî Başakê parêzer Îsmet Yildirim, di bernameyê da axivî û got ku rûbirûmayina mirovan bi rastiyên ku dîrokê eşkere kirine ra, giring e.
Yildirim diyar kir ku ew ne tenê ji bo temaşekirina belgefîlmekê, lê di heman demê da ji bo bîranîna rastiyên mezin ên ku dîrok pêşkêş dike civiyane û got, "Ji ber ku dîrokê bi awayekî eşkere nîşanî me daye ku dema mirovên baş edalet, yekîtî, bîranîn û dersên ku di rêya xwe de hîn bûne ji bîr dikin, ew belav dibin, parçe dibin û lawaz dibin. Ger em jî di vê rêwîtiya pîroz a ku me dest pê kiriye da, dersên rabirdûyê paşguh bikin, emê neçar bimîn ku em bi heman çarenûsê ra rû bi rû bimînin."
- Belgefîlma "Surreal Suriye"yê
Belgefîlma "Surreal Suriye"yê ya di serî da Sednaya, Edra û Mezze serpêhatiyên mirovên ku bêsûc di girtîgeha da bi salan mane derdixe berçav.
Her wiha ev belgefîl behsa encamên desthilatdariya 61 salî ya zordest a Partiya Beasê dike, ku di sala 1963an da hat ser desthilatdariyê.
Belgefîlma ku komkujiyên ku ji aliyê rejîma Esed va li dijî tevgerên gel yên ku di sala 2011an da bi daxwazên azadiyê destpê kirin nîşan dide, wê pêvajoya kesên ku ji zindanên rejimê sax filitîne, bi rêya şahidiyên xwe, îşkence û şert û mercên nemirovane yên ku li zindanê rastî wan hatine vedibêje.