Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Tevhid Furkan Nehri, Şenol Bozkurt, Hüseyin Demirci
12 Nîsan 2026•Rojanekirin: 12 Nîsan 2026
Li Erzirom, Qers û Erdexanê berf û serma tesîra xwe didomîne.
Li Erziromê piştî barîna berfê, bû hişkî.
Li bajêr germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da daket 4 pileyan, camên wesayîtên parqkirî qeşa kişand, rê û peyarêyan cemed girt.
Ji ber barîna berfê ajokaran tengasî kişand û ekîbên berfê jî xebat dan destpêkirin.
Bi barîna berfê ra siruşt jî spîçîl bû.
Li navçeya Sariqamîşê bi navber berf dibare.
Bi barîna berfê ra her der spî bû, baniyên avahiyan şembelûk girtin. Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18em li tanga Mescitliyê ya li ser rêya Qers-Erziromê berf verot û rê xwê kir.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf barî.
Bi barîna berfê ra navenda bajêr spîçîl bû û her wiha rêyan cemed girt.