Bülent Temiz
10 Nîsan 2026•Rojanekirin: 10 Nîsan 2026
Li navçeya Karliovayê berdestê sibehê berf barî.
Bi barîna berfê ra rê hemî spî bûn û hinek wesayitan di rê da zehmetî kişand.
Ekîbên rêbejan li ser rêbeja Erzirom-Bîngolê dest bi maliştina berfê kirin.
Ji welatiyan Becet Bîngol destnîşan kir ku 10 santîmetro berf li navçeyê barî û got, "Me dîtiye ku di meha gulanê da jî berf hatiye, lêbelê welatiyên me yên ajeldar zehmetiyan dikişînin. Hinek ji wan kaya wan, hinek jî cehê wan qediyaye. Dîsa jî berf ji bona me bereket e."
Serkan Bîngol jî anî ziman ku tevî ku meha nîsanî ye, li navçeyê barîna berfê didome.